Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar ê Hizba Dêmokrat koça dawiyê kir

15:55 - 26 Şibat 2026

Roja Sêşemî 24ê Şibata 2026, hevrê “Huşsên Şukrî”, pêşmergeyê kevnar ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi sedema pîrî û nexweşiyê, koça dawiyê kir.

Husên Şukrî, xelkê gundê Birayîmxesar a Gewrikatî li malbatek hejar ji dayîk bû û bavê wî di  esla xwe de jidayîkbûyî yê başûrê Kurdistanê bûye. Mam Husên Her ji temenê zarokatiya xwe de dest avête karkirinê û rêncberiya xelkê dikir.

Li xebata çekdarî ya salên 46-47ê de alîkarî dida Hêza Pêşmerge û piştre ji aliyê rêjîma paşatiyê ve hate binçavkirin û piştî azadbûnê û piştî şoreşa gelên Îranê, bû pêşmerge û li hêza “Zimzîran”ê de hate sazimandanê.

Heta dema xebata Hizbê li Navxweyê Rojhilat, digel hêza xwe bû û çalakane li hemû şerên devera serdeşt û Rebetê de beşdarê kiribû.

Piştî derbasbûna hêzên Pêşmerge bo aliyê din ê sînor, bo deftera Hizbê hate neqilkirin û li wir de hate sazimandanê û heta dawiya jiyana xwe her wekî pêşmergeyekî emegdar ma.

Heta dawî dema jiyana xwe, xoşvaniya ax û xelk û Hizbê li dilê mam Husên Şukrî de bû û wek şoreşvanek Kurd, xweziya azdbûna niştimana xwe hebû ku bi azadî, vegere nav Kurdistanê, lê mixabin koça dawiya wî nehişt ev bigehe vê xwziya xwe û roja 24ê Şibatê koça dawiyê kir û termê wî bi amadebûna heval û hevçeperên wî li goristana Şehîdan a Hizbê de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê sersaxiyê dibêje malbat û dost û hevçeper û xelkê devera Gewrikatiyê û xwe bi hevparê xema wan dizane.