Pêka dawî raporên belavbûyî, xwenîşandanên nerizayetî ya xwendekaran li Zanko û Zanîngehên çend bajarên Îranê de ev serê 6 rojane berdewam e û li hinek cihan de rêjîmê hewla binçavkirina xwendnekaran daye.
Pêka wan raporan, li zanîngehên wek zanîngeha Huner a Îranê, zanîngeha Şîrazê, zanîngeha Xwarezmî, zanîngeha Têhranê û çendîn zanîngehên din de kombûnên nerizaytî bi awayek berfirehtir, durûşmên wek “girtiyê siyasî dibe bêne azadkirin, bimre dîktator, em hemû bi hev re ne, sond bi xwîna yaran, em sekinîne heta dawiyê, azadî azadî û me kuştî nedane ku sazişê bikin” dane.
Pêka wan raporan, hêzên rêjîmê bi taybet li zanîngeha Şîrazê de maşînên cura wen li ber deriyê vê zanîngehê ragitine ku bi armanca veguhastina bi kom a xwendekaran li wir de cihgîr kiribûn û hêzên rêjîmê derfeta çon bo nav zanîngehê jî nedane xwendekaran.
Husên Sîmayî wezîrê Zanistê yê rêjîmê gef xwarine ku ger ev nerizayetiya xwendikaran berdewam be, renge kontirol ji dest me derkeve, ev gotina wî desthilatdarê rêjîmê tê vê wateye ku hekî xwendikar berdewam bin, bo kontirolkirinê renge hêza kuştarê bikar bînin.