Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûssî dê li danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de beşdar bibe

17:26 - 26 Şibat 2026

“Rafael Grossi”, birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li hevpeyvîn digel kanala têlêvîzyoniya Kolombiyayê de ragihand ku dê li dora 3 a danûstandinên li navbera Têhran û Washingtonê li bajarê Jinêvê, dê beşdariyê bike û erêbûna encama vê danûstandinê bi pêka pêvajoya dîplomatîk bi berçavgirtina metirsiya qewimîna şer, giringiyek hestiyar heye.

Herwisa navbirî li derheq Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 jî ragihand ku ev Uraniyom a bi tîratiya zêde ku bo berhemanîna kumikên navkî hewce ye, rêjîmê paşkevt kirine û hêj her li Îranê de mane.

“Rafael Gross” ragihand ku pêvajoa dîplomatîk li rewşa niha de gihîştiye asta xwe ya herî zêde û Amerîkayê jî gotiye ku biryar nîne danûstandin heftiyan û heyvan berdewam be.