Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sazimana Yekîtiya Fedaiyanê Xelkê Îranê peyameke pîrozbahiyê belav kir

02:57 - 27 Şibat 2026

Sazimana Yekîtiya Fedaiyên Xelkê Îranê li derheq “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:                                                                                               

Bo damezraweyên rêberiya Hizbên dost û hevpeyman

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê!

Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê!

 Silavên me yên gerim qebûl bikin

Em ragihandina avakirin a “Heypeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” bi pêngawek hewce û hivîder dizanin û vê yekê li ve, hevçeperên dêrîn û hevpeymanên rastîn, ji dil ve pîroz dikin.

Tevgera Netewî-Dêmokratîk li Kurdistanê, bi beşdarî û birêveberiya her yek ji we û bi beş û dora xwe, herdem cihê hêvî bo rawestan li hember her cure cudatîxistinek, sitem û bêdadiyê li seranserê Îranê de bûye û niha jî wisa ye û ji vê dîtingehê, ve pêgeha hewce û taybet li nav civaka cur bi cur û çendên netewiya Îranê bo xwe dabîn kiriye.

Em hivî dikin û serwetir ji vê em li ser vê baweriyê ne ku bi berçavgirtina tevgera li Kurdistanê û pêgeha hêzeke wek ve, “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” li kêleka “Hevpeymaniya Giştgîr bo Azadî û Wekhevî li Îranê” û “Kongireya Netyewên Îrana Federal” dikare wek sitûn û binyata bi wec bo berfirehtirkirina hevkariya hertim li meydaneke berfirehtir de xebatê bike, lewma wek hevrê, daxwaz ji we dikin ku li praktîzekirina vê giringiya hestiyar de li rewşa niha, bibin pêşeng.

Herwisa em li ser vê baweriyê ne ku dibe pêdegirane hewlê bidin vê derfet û pêşhatiyê, wek ev cşêwaza ku li tevgera Jînayê de bi sedema pirsgirkên xuya li “Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê” de me dîtin, em ji dest nedin.

Em tevî hêviya serkevtinê bo armancên diyarîkirî yên “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” û bi hêviya berfirehtirkirina vê, amadebûna xwe bi her cure hevhizrî, hevkarî û hevrêtiyê-bi taybet li çarçoveya hevpeymaniya niha ya “Hevpeymaniya Giştgîr bo Azadî û Wekhevî li Îranê-, radigehînin.

Em dê gelek keyfxweş bibin ku hekî hewce bibînin, peyama pîrozbahiya me û herwisa daxwaziya me bi endamên din ên vê hevpeymaniyê rabigehînin.

Tevê rêzgirtinê

Sazimana Yekîtiya Fedaiyanê Xelkê Îranê

Çarşemî 25ê şibatê