Rêkxirava Cîhaniya Kurd daxuyaniyek rû bi “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Rêkxirava Cîhaniya Kurd bi giringîdaneke gelek zêde, mêzeyê nûçeya pêkanîna hevpeymanî ya 5 Hizbên Rojhilatê Kurdistanê (Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê) dike û bi germî pîrozbahiya vê pêngawa niştimaniya girîng dike.
Em vê pêşengatiya li vê rewşa hestiyara niha de bi xebatek hişmendane, hewce û hivîder bo cihgîrkirina tebayiya netewî, vekheviya siyasî û bilindkirina atsa xebata netewiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dizanin. Bêguman, pêngawhilgirtin rû bi xebata hevpar û hevahengiya rêkxiraveyî li navbera hêzên siyasî, dibe hêvinê guherîneke nû li tekoşîna bi bandor û berpirsyarane bo bidestveanîna mafên rewayên netewa Kurd.
Rêkxirava cîhaniya Kurd, tevî nîşandana keyfxweşî û piştevanîkirina tevav bo vê pêvajoyê, amadehiya xwe bo her cure hevkariyeke binyatî li pêxema gihîştin bi armancên ku li xwarê îşare pê dikin, radigehîne:
Giringîpêdan û giştgîrkirina vê çarçoveya yekgirtinê.
Dariştin û şirovekirina rêkarên xebata rohn û bi wec.
Afirandina derfet bo beşdarîkirina Hizbên din, rêkxiravên medenî, navendên pisporî û kesayetiyên şareza û xwedî ceribandinan.
Rêkxirava Cîhaniya Kurd li ser vê baweriyê ye ku serkevtina vê pêşdestiyê, girêdayî bi giringîdan bi seha giştgîrî, diyarîkirina rêkarên damezraveyên rohn û beşdariya zêdetir a hêzên siyasî û medeniyên Kurdistanê ye. Li vê qonaxa nû de her pêngawek li pêxema vekheviya praktîkî û hevahengiya netewî de dikare roleke bingehîn li paşeroja gelê Kurdistanê de hebe.
Rêkxirava Cîhaniya Kurd, careke din destxweşî li vê pêngawê dike û tekezî li amadehiya xwe bo gotûbêj, veguhatina hizir û ra û hevkariya praktîkî li çarçoveyeke berpirsyarane û dûrbînane de dike.
Rêkxirava Cîhaniya Kurd
24ê Şibata 2026