Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongirêsmenekî Amerîkayê ragihand hekî xelkê li dema serhildanê de çek heba Xamineyî niha li Moskoyê bû

10:27 - 1 Şibat 2026

Dan Bîkin, Nûnerê Kongireya Amerîka û endamê Kumîteya Hêzên Çekdar bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de  tevî îşarekirin bi tepeserkirina berfireh û bi xwîn a xelkê Îranê ji aliyê rêjîmê, da zanîn ku hekî xelkê Îranê mafê hilgirtina çekan heba û li dema xwenîşandanan de çekdar bana, niha Xamineyî li Rûsiyê, cîranê Beşar Esed bû.

Herwisa li vê derheqê de “Bob Blackman” Parlemntarê Birîtaniyayê ragihand ku xelkê Îranê mafê vê yekê heye ku bo berevanîkirin ji xwe li hember hêzên spaha pasdarn a terorîst de, çekê bi kar bînin.

Herwisa Senatorê Amerîkayê Têd kurûz jî daxwaz kir ku li hember hovitiyên rêjîma Îranê de, dibe xelk bêne çekdarkirin û tenê ev yêka dikare bibe sedemê sernixûniya Elî Xamineyî û rêjîma wî.