Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Basê hindê heye ku Amerîka û rêjîma Îranê dê danûstandinê bikin

11:23 - 3 Şibat 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî, egera danûstandina rasterast a Amerîka digel rêjîma Îranê heye û wan welatan biryar dane ku li bajarê Istenbolê û bi naybençîtiya Turkiyê kombûnekê lidar bixin û rêjîma Îranê ku li destpêkê de îdia dikir dikare li ser mijara navkî danûstandinê bike, yekem merca vê danûstandinê ku radestkirin Uraniyoma meyandî ya rêjîmê bo welatek din bû, ji aliyê rêjmê ve wek hêla sor hate diyarîkirin, û deshilatdarên rêjîmê ên weî Elî Baqirî û Elî Şemxanî ragihandin ku Oraniyom ji Îranê dernakeve.

Pêka raporên belavbûyî, biryar e ku Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîmê digel Stîv wîtkaf ê nûnerê taybet ê Donald Trump li karûbarê Îranê kombûneke rasterast bi rê ve bibin û pêka rapora Reutersê rêjîma Îranê dê ji beşeke daxwaziyên xwe yên wek meyandina Oraniyomê paş ve here lê berpirsên rêjîmê îdia kirine ku li ser vê mijarê danûstandinê nakin û amade nînin 400 kîlo Oraniyome meyandî ji Îranê derxin û radestî welatekî din bikin.

Li semekê de ku egera êrîş û şerê di navbera Amerîka û Îranê zêdetir dibe, rêjîma Îranê cehdê dike ku bi wan danûstandina dema zêdetir bi dest ve bîne.