Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê got: “Dibe ez biryareke gelek mezin li derheq rêjîma îslamiya Îranê de bidim, wan zêdetir ji 32 hezar nerazî kuştin e û ez ji danûstandinên digel rêjîma Îranê nerazî me, ev naxwazin heta asta hewce bi pêş herin.
Serkomarê Amerîkayê ragihand ku gelek bûyer diqewimin, 47 sal e ku vê rêjîmê dest, pê û serûçavên xelkê dike armanc û gemiyên wan nuqum dike, gelek ji xelkê xwe kuştiye heta Amerîkayî jî kuştine.
Donald Trump tekez kir ku rêjîma Îranê dixwaze lihevgirinekê bike lê em demekê dikarin lihevkirinê bikin ku wate û mana hebe.