Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Têhranê de teqînên mezin qewimîn

11:36 - 28 Şibat 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî, li taxa Çîtger û şeqama pastor a bajarê Têhranê de teqînên gelek mezin qewimîne û dûkelek mezin bilind bûye û dûkeleke gelek zêde şeqama Cumhûrî de hebûye.

Pêka dawî raporan, li bajarê Têhranê de wezareta îtilaat, wezareta berevanî, ajansa wizeya navkî û devera navkiya Parçîn bûne armanc.

Pêka wan raporan, beyta rehberî û navenda serkomarioya rêjîmê bûne armanca mûşekên îsraîlî.

Heta niha ti amarek ji xisaran, kuştî û birîndaran belav nebûne.

Nûçegihaniya Fars a ser bi rêjîma Îranê,beşek ji wan êrîşan piştrast kirine.

Herwisa hatiye belavkirin ku binkeyên serbazî yên rêjîmê li Çabihar û Konarekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bûne armanc.

Herwisa çendîn ragihandinên ser bi rêjîma Îranê yên wek ISNA û IRNA hatine hekkirin.

Pêka raporên destpêkî, 30 armanc li Îranê hatine teqandin.