Vêladêmîr Zêlênskî, Serkomarê Ukraynê, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand: “Ukrayn spaha pasdaran bi terorîst nas dike û ev mijar bo Ukraynê bi dawî hatiye, hemû şahidê bûyerên li Îranê yên wek berfirehiya kuştinan in û dibînin ku çawa rêjîma Îranê çavkaniyên gelek mezin bo berfirehtirkirina şer û tundûtîjiyê li dever û cîhanê de bi kar tîne û Ukrayn ti car, hezaran dironên ku li bajar û gundên Ukraynê de xelkê Ukraynê kirine armanc, jî bîr nakin”.
Serkomarê Ukraynê li berteka bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, eva jî got ku dibe bi awayekî vekhev li hember hemû terorîstan bisekinin û wan siza bikin û ti yek ji wan terorîstan nabe serbikevin.