Roja Sêşemî 3ê Şibatê, “Karoline Leavitt” Berdevka Koşka Sipî, rapora Reutersê li derheq xistinexwarê ya dironeke rêjîma Îranê piştrast kir û Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku vê diron dixwest nêzî gemiya balafirhilgira “Abraham Lincoln” bibe ku ji aliyê balafireke F35 a Amerîkayê ve bûye armanc û hatiye teqandin.
Pêka rapora CENTCOMê ev dirona cura Şahid-139 a rêjîma Îranê li 500 mayil anku 804 kîlometriya qiraxavên başûrê Îranê de nêzî vê gemiyê bûye.
Kapîtan “Tim Hawkins” Berdevkê CENTCOMê ragihand ku bi armanca parastîna ewlehiya gemiyên xwe ev dirona cihê şik û gumanê kirine armanc.
Herwisa ragihandinên ser bi rêjîma Îranê jî idia kirine ku dironeke rêjîmê li dema dorlêdan li avên başûrê Îranê de pêwendiye vê bi sedemek nexuya qut bûye.