Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Firansê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku şoreşa xelkê bi fermî nas bike û girtiyan azad bike

12:17 - 4 Şibat 2026

“Emmanuel Macron” Serkomarê Firansê tevî îşarekirin bi rewş û bûyerên niha li Îranê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku şoreş û îradeya xelkê Îranê bi fermî nas bike û tekez dikim ku guherîna hikûmetê ne bi rêya givaşa derve, belku bi taybetî bi rêya îradeya gel diqewime, min bawerî bi Îradeya gel heye û xelk desthilatarên xwe diguherînin”.

Serkomarê Firansê ev yeka jî got ku: “Berpirsên rêjîma Îranê îro zêdetir ji her tiştekê, dibe rêz ji xelkê xwe bigre ku li hember de şoreşek din li Îranê de qewimandiye”.

“Emmanuel Macron” pêştir jî bo yekem car şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê bi şoreş binav kiribû.

Herwisa Serkomarê Firansê tevî şermezarkirina tepeserkirina tundûtîj a serhildana xelkê li Îranê, tekez kir ku dibe rêjîma Îranê hemû girtiyên siyasî azad bike û piştre hemû sozên xwe cîbicî bike.