Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

19:04 - 4 Şibat 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 511 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêta li jêr navê “Neyarên mafê diyarîkirina çarenivîsa Kurd, kî ne?” dikeve ber çavan.

Rûpela 2 - Daxuyaniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li derheq biryara Yekîtiya Ewropayê bona bi terorîst nasandina Sipaha Pasdaran a rêjîma îranê” hatiye weşandin.

Rûpela 3 a vê hejmara Agirî hatiye terxankirin bo (Daxuyaniya birêveçona 6 mîn plînoma Kumîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê).

Rûpela 4 - Gotara - Piştevaniya Neteweyî ji Berxwedana Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpelêm 5 - Gotara - Li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û têkoşîna gelê kurd û xebatên dîplomasîyê dê rêya azadîyê xurtir bike, ji nivîsa, Mustafa Ozçelîk: Serokê Giştî yê (Partiya Welatparêzê Kurdistanê).

Rûpela 6 – Gotara – Zaroka al hilgir: Dengê Kurdistanê, ji nivîsa Hesen Mukerem. Û herwisa  Daxuyaniya Kongireya Netewên Îrana Federal li derheq bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji ali yê Yekîtiya Ewropa ve dikeve ber çavan.

Rûpela 7 ê de gotara - Kurd ji bo Kurdistanê şer dikin, ne ji bo Tehranê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a hejmara 511 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel rêzdar Ezîz Muradperest Çalakvanê Siyasî encam daye, ku basa giringiya kombûn û aksiyonên Kurdan li derveyî welat û pêngavên hewce bona giwaş xistine ser rejîma Îranî li civaka cîhanî kir.

Rûpela 9 - Gotara - “Ew zarok in, ne şervan in! Zarokên Kurdistanê di bin siya desthilatdariyê de”, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 10 – Beşa 4 anku dawî beşa gotara – Şivan Perwer, Dengê ku dîrok şiyar kir, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî dikeve ber çavê xwênerên hêjaye Agirî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 511 a Rojnameya Agirî, postêreke li jêr navê “Hemû Du, niha şûnde, serhev dikin Yek”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin