Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê Serpila Zehawê piştî nêzî 2 sal bêserşûnbûnê li girtîhgeke rêjîmê de peyda bû

20:28 - 4 Şibat 2026

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Omîd Çiraxî” xelkê bajarê Serpila Zehawê heyamê salek û 9 heyv bû ku piştî binçavkirinê, ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve hatibû bêserûşûnkirin ku li vê dawiyê de li girtgehe spaha pssdaran a terorîst li bajarê Kirmaşanê de hatiye dîtin.

Pêka zanyariyên belavbûyî, li pêvajoya binçavkirinên heyva befranbarê de girtiyek ê bi navê Omîd Çiraxî li yek ji odeyên girtîgeheke spaha pasdaran li bajarê Kirmaşanê de hatiye dîtin.

Omîd Çiraxî li heyva Gelawêja sala 1403 a Rojî de ji aliyê hêzên hov ên îtilaata spaha pasdarn a terorîst ve li bajarê Serpila Zehawê de hatibû girtin û li vê heyamê ve malbata wî ti zanyariyek li ser qedera wî nebûye ku ev mînakek eşkere ji bêserûşûnkirina bi zorê û girtîgehên nihênî yên rêjîma Îranê ye.