Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya lêbihorîna Navnetewî ragihand ku canê binçavkiriyan li ber gefê de ye

10:29 - 1 Şibat 2026

Saziya Lêbihorîna navnetewî bi belavkirina raporekê huşdarî daye ku canê hezaran binçavkiriyên serhildana seranserî ku xweserane hatine binçavkirinê, li girtîgehên rêjîma Îranê de li jêr gefan de ye û herwisa li jêr metirsiya îşkence, reftara hovane, tundûtîjiya cinsî û dadgehên nedadperwerane de ne.

Herwisa vê saziyê daye zanîn ku egera vê heye ku kesên binçavkirî rastî sizayên giran ên girtîgehê an bidarvekirinê bên.

Pêka vê daxûyaniyê, hejmarek ji binçavkiriyan bi zorê hatine bêserûşûnkirin û piştî axaftinên serokê dezgeha dad a rêjîmê, nigeranî li derheq vê rewşê gelek zêdetir bûne, wî cinayetkarê rêjîmê ferman daye dadistan û dadwerên dadgehên rêjîmê ku dibe bi avayê bêrehmane û tund digel girtiyan reftarê bikin û berpirsên rêjîmê jî daxwaza bidarvekirina xwenîşanderan kirine.

Li vê raporê de îşare bi teqekirin û binçavkirina pizîşk, perestar û kadrên dermanî û herwisa êrîşkirina hovane a hêzên rêjîmê bo ser mal û cihên karê wan  hatiye kirin.