Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavoka Time tepeserkirina neraziyan li Îranê bi yek ji dujwartirîn kuştinan piştî şerê 2ê cîhanî binav kir

20:32 - 4 Şibat 2026

Belavoka “Time” a Amerîkayê li hejmara xwe ya nû de li derheq tepeserkirina neraziyan li Îranê, belav kiriye ku ev tepeserkirin yek ji dujwartirîn kuştinên bi çekên gerim ji serdema şerê 2 yê cîhanî ve heta niha bûye.

Hewisa vê belavoka Amerîkayê wêneya rûpela yekem bo vê mijarê diyarî kiriye û bebetek jî ji jêr navê dosyeya taybet bi guherînên Îranê li vê belavokê de hatiye û li wir de hatiye îşarekirin ku ev kiryar, rêjîma Îranê heta ser lêva kendal biriye.

Li destpêka vê babetê de hatiye, berpirsên rêjîma Îranê ku piştî şoreşa sala 1357 a Rojî gihîştine desthilatê, li nerizayetiyên befranbara 1404 de bi mêzekirin bi beşdariya berfireh a neraziyan li ser şeqaman, bi serastî dizanin ku çi tiştekê dibînin û herwisa dizanîn ku dê çawa şeqaman betal bikin.

Pêka rapora “Time” li demjimêrên şevê ya 18ê Befranbarê, berpirsên rêjîmê înternet qut kirin û fermana tepeserkirinê bi hêzên ewlehî dan û wan hezaran kes li seranserê Îranê de kuştin, renge hejmara kuştiyan li 48 demjimran de ji 30 hezar kesî jî derbas bibe.