Firêdrîş Mêrts, Serokê Alman, li roja Çarşemî 4ê Şibatê, li devedevê serdana bo Rojhiata Navîn de huşdarî da rêjîma Îranê ku hekî tundûtîjiya bi dijî xelkê bi dawî neyîne û karên pêwendîdar bi beranbmeya navkî nesekinîne, dê rastî dorpêçên zêdetire Alman bibe û em amade ne ku givaşa zêdetir bêxin ser rêjîma Îranê.
Navbirî ragihand ku Alman digel Birîtaniya, Firanse, Amerîka, îsraîl û hevpeymanên deverî li pêwendiyê de ye û aşitî û aramiya deverê bo me mijarek gelek girîng e.
Herwisa navbirî daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku dibe tundûtîjiya dijî xelkê Îranê bisekinîne, beranameya navkî bi dawî bîne û gefa mûşekiya rêjîmê bo ser Îsraîl û welatên kendavê nemîne û hemû kiryarên tevdanî û aloziyekê ku aramiya deverê têk dide, bisekinîne.