Pêka rapor û zaniyarên hejmarek ji çavkaniyan, rêjîm termê jînên şehîdbûyî li tepeserkirina bi xwîn a serhildanê de, radestî malbatên wan nake an li hember radestkirina termên wan jinên ku rêjîmê li xwenîşandanan de bi avayê hovane kuştine, niha daxwaza dirafeke gelek zêde ji wan malatan dikin, û gef li piraniya malbatên wan şehîdane kirine ku hekî kuştina kesên xwe mîdyayî bikin, bi ti awayek êdî wan terman nade malbatên wan.
Herwisa hatiye baskirin ku heta niha termê gelek ji wan jinên şehîdbûyî, ji aliyê rêjîmê ve hatine bêserûşûnkirin.
Li halekê de rêjîma Îranê bi senaryoyên çewt û bêşermane, Amerîka û Îsraîlê bi berpirsyar û bikerê wan kuştinan binav dike, xwe jî kiryar û reftara herî nemirovane digel xelkê Îranê kiriye, û ev rêjîm xwe ji endamdana çi hovîtî û bêşermiyekê rêjîmê bêmînak li hember xelkê welat û heta termê şehîdan naparêze.