Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ji 8 heta 14ê Rêbendanê zêdetir ji 72 girtî bidar vekirin

11:45 - 5 Şibat 2026

Pêka raporên belavbûyî, zêdetir ji 341 haletên bidarvekirinê yên li heyva Kanûna Paşîn de hatine tomarkirin û herwisa rêjîmê ji 8 heta 14ê Rêbendanê ji roja Çarşemiya heftiya derbasbûyî heta roja Sêşemî ya vê heftiyên anku heyamê 6 rojan, zêdetir ji 72 girtiyên din li girtîgehên xwe de bidar vekirine.

Pêka wan raporan rêjîma dijemirove Îslamî a Îranê li 14ê Rêbendanê 15 girtî, li 13ê Rêbendanê de 10 girtî, 12ê Rêbendanê 11 girtî, 11ê Rêbendanê de 11 girtî, 9ê Rêbendanê 9 girtî û 8ê Rêbendanê de jî 16 girtî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine û ev amara bi tenê haletên tomarkirî li xwe digere û amara serast, ji vê amarê gelek zêdetir e.