Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Meclîsa gel a Birîtaniyayê daxwaza bi terorîstnaskirina spaha pasdaran dikin

11:46 - 5 Şibat 2026

Roja 3ê Şibatê, civîna meclîsa gel a Birêtaniya bi amadebûna “Hemîş Falkonir” ê cihgirê Wezîrê Derve li Karûbarê Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîqayê, mijara hovitiya rêjîmê û rola spaha pasdaran a terorîst hate gengeşekirin û “Hemîş Falkonêr” ragihand ku asta hovitiya êrîşên rêjîmê bo ser neraziyan, cîhan şokê kiriye.

“Pirîtî Petil” nûnera Partiya Parêzvan a Birîtaniyayê daxwaza biryardana lezgîn a Birîtaniya li ser mijarên wek tepeserkirina bi xwîn, rola spaha pasadaran û bi terorîstnaskirina spaha pasdarn kir û ragihand ku em nikarin li bendê bimînin û em piştevanî li yasaya hestiyariya lezgîn dikin.

Herwisa Bab Bilekmen, nûnerê Parlemana Ewrpoayê got: “spaha pasdaran heta çone malên birîndaran û ev birînar li malan de jî kuştine. Me niha belgeyên rohn bo bi terorîstnaskirina spaha pasdaran li ber dest hene û dibe dewleta Birîtaniyayê, ev mijar anîba ber bas û biryar daba.