Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê nûnerê xelkê Îranê nîne

21:28 - 5 Şibat 2026

“Marco Rubio”, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li civîneke rojnamevanî de ragihand : “Rêjîma Îranê nûnerê xelkê Îranê û kultûra vê nîne, ez ti welatekî nas nakim ku bi qasa Îranê cudatîyek hinde mezin li navbera desthilat û xelkê de hebe”.

“Marco Rubio” li bersiva vê pirsyara bi çi sedemekê rêjîma Îranê jiyaneke baş bo xelkê xwe dabîn nake de got: “Rêjîma Îranê tevaviya çavkaniyên dewlemend ên Îranê bo piştevanîkirin li terorîzm û milîsan li cihên curbicur ên cîhanê de xerc dike”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir ku danûstandin digel rêjîma Îranê aliyên “mûşekên balistîkî, piştevanîkirin li rêkxiravên terorîst li seranserê deverê, beranmeya navkî û şêwaza reftara rêjîmê digel xelkê xwe”, li xwe digre da ku encamek erênî hebe.