Pêka raporên lipeyketina esmanî û raporên din ên belavbûyî, li roja Çarşemî 4ê Şibatê, zêdetir ji 108 firînên balafirên balhilgir ên serbaziya Amerîkayê bo binkeyên Amerîka li Rojhilata Navîn û binkeya stratrjîk a Diyêgo Garsiya li deryaya Hindê de hatine kirin.
Veguhastineke wiha bîmînak a locîstîkî bi rêya balafirên serbazî li piştevanîkirina locistîkî ku egera vê heye balafirên cura “KC-135” jî li nav de hebîn ku hinek ji wan balafirên cura şewatgihan in, nîşanderê veguhastineke gelek berfireh a hêza serbazî û alavên serbazî û cebilxaneya Amerîkayê bo deverê ye.
Ev yeka li rewşekê de ye ku dijhevî û aloziyên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê her li asteke metirsîdar bo rêjîmê de ye û Amerîkayê çendîn caran li derheq berfirehtirbûna bernameya navkî û mûşekiya rêjîmê, pêdegirî li ser hewcehiya rêgirîkirin li wan kiryar û pîlanên rêjîmê kirine.