Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê biryar daye hekî Amerîka mijara mûşekî ya rêjîma Îranê çareser neke, dê bi xwe çareser bike

21:33 - 5 Şibat 2026

Pêka hinek raporên belavbûyî, “Binyamîn Netanyaho”, Serokwezîrê Îsraîl li hevdîtina digel “Stîv Vîtkaf” ê nûnerê taybet ê Amerîkayê de bi tekezî gotiye ku hekî pirsa mûşekî ya rêjîma Îranê çi bi rêya danûstan çi bi rêya serbazî neyê çareserkirin, Îsraîl dê bi xwe bernameya mûşekî ya rêjîma Îranê ji nav bibe û ev yeka bi rohnî bi Amerîkayê ragihandiye.  

Pêka rapora “Yaîr Goldbilat” ev peyama Binyamîn Netanyaho dide xuya ku li her rewşekê de ev pirsgirêk dibe bê çareserkirin û Îsraîl bernameya mûşekî ya rêjîma dijemiroviya Îranê bi gefek li ser bûna Îsraîlê dizane û bi ti awayek dest ji vê mijarê bernade.

Heta niha naveroka danûstandin û axiftinên li navbera “Stîv Vîtkaf” û “Binyamîn Netanyaho”, bi fermî û hûrî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve nehatiye belavkirin.