Piştî diyarîkirina dawî ya rewşa danûstandin a li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, şirovekarên siyasî yên Firansê bi taybet “Jean-Yves Le Drian” Wezîrê berê yê Derve yê Firansê ku ceribandinên danûstandin digel nûnerên rêjîmê ên wek wezîrê derve û berpirsên din ên rêjîmê hene, li ser vê baweriyê ne ku armanca bingehîn û binyatiya rêjîma îslamiya Îranê ji amadebûn li wan danûstandinan, bi tenê qazankirina dem bo dirêjkirina temenê rêjîmê ye.
Li rewşa niha de ku bo rêjîma Îranê gelek hestiyar e her rojek derfet jî bo rêjîmê destkevt tê hisêb ku bikare rojekê jî temenê xwe yê gemar û dije mirovahiya xwe dirêj bike, pêştir jî General “Jack Keane” cihgirê berê yê Stada Giştî ya Artêşa Amerîkayê, gotibû ku her lihevkirinek digel rêjîma Îranê bi wateya demdirêjkirina temenê rêjîmê ye û niha bi ti awayek dema danûstandin digel rêjîma Îranê nîne.
Amerîkayê jî ragihandiye ku bi sedema pêdegiriya welatên kendavê, Amerîka amdeyê dana derfet bi rêjîmê bo danûstandinê bûye lê bi ti awayek ji mercên xwe paşekêşiyî nake.