Navenda Mafên Mirovî ya Îranê bi belavkirina raporekê, da zanîn ku rêjîma Îranê li roja Şemî 7ê Şibatê 13 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine.
Pêka vê raporê girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê, 4 girtî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nehawendê, girtiyek li girtîgeha Dizilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Elîgoderzê, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Dizfûlê, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê û girtiyek jî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.
Li vê raporê de hatiye ku li roja Pêncşemî 5ê Şibatê jî, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê de hatiye bidarvekirin.