Ebas Îraqçî, wezîrê derve ê rêjîma Îranê gotiye ku dijî veguhastina Oraniyoma meyandî bo derveyî Îranê ne, lê amade ne ku rêjeya meyandinê kêm bikinꓼ Ev yeka li halekê de ye ku Amerîka, Îsraîl û welatên Rojavayî, daxwaza sekinandina tevav a meyandina Oraniyomê li Îranê de kirine û ragihandine ku nabe bi ti awayek meyandina Oraniyomê li Îranê de bê kirin.
Herwisa navbirî li derheq egera şer û berteknîşandana rêjîmê de îdia kiriye ku li egera qewimîna şer de, renge destê rêjîma Îranê negehê ku êrîşê bike ser Amerîka, lê binkeyên Amerîka li deverê de û li welatên cîran de dê bike armanc.
Li halekê de Artêşa Amerîka li Rojhilta Navîn de ye, Donald Trump ragihandiye ku rêjîma Îranê lipey lihevkirinê ye lê şirovekar û ragihandinên li Amerîka û Îsraîl, egera lihevkirinê gelek kêm dibînin.