Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn teqîn li Îranê de qewimîn

10:38 - 1 Şibat 2026

Roja derbasbûyî çendîn teqênên cihê şik û gumanê li çendîn bajarên Îranê de qewimîne ku kuştî û birîndar lê keftine û hejmarek ji wan hêzên spaha pasdaran a terorîst bûne ku li girtevîdyoyan de bi rohnî têne xuya û rêjîma Îranê wek teqînên pêştir ev bi teqîna gazê an manovrî serbazî yan teqandina paşmaweyên şerê Îran û Îraqê ve girê dane.

Pêka wan raporan, teqînên gelek mezin li bajarên Abadan û Xuremşehrê de qewimîne ku rêjîmê bi teqandina cebilxaneya paşmayî ya şerê Îran û Îraqê ve girê daye û li taxa Perend a Têhranê ku çendîn enbar û binkeyên serbazî yên rêjîmê li wir hene, çend teqînên mezin qewimîne ku bi serastî xisar û sedema wan nehatiye zanîn û li bajarê Tewrêz û Qumê de jî teqînên hevşêwe hebûne.

Li teqîna li bajarê Ehwazê de jî 4 kes hatine kuştin û rêjîmê ragihandiye ku ev teqên bi sedema gazê ve bûne, û li bajarê Qesrê Şîrînê de jî teqîn qewimîne ku zanyariyeke serast li ber dest nîne û li bajarê Benderebasê de jî teqînek gelek mezin qewimiye ku çendîn kes hatine kuştin ku kincên spaha apsdaran a terorîst li ber wan de bûne, lê bi serastî nasnameya wan nehatiye zanîn.

Rêjîm cehdê dike ku rasiyê ji xelkê veşêre.