Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa rêjîma Îranê rû bi givaş û aloziyên zêdetir ve diçe

10:45 - 8 Şibat 2026

Li halekê de Ebas Îraqçî, wezîrî derve yê rêjîmê danûstandinên li bajarê Mesqet a paytexta Ommanê de bi baş dabû zanîn, hêzên Amerîka li derdora Îranê zêdetir dibin û tevî ku basê hatina hêzên Delta Force a Amerîka li Tirkemenistanê û nêzî sînorê Îranê belav bûye, alavên şer û locstîkiyên zêdetir ji aliyê Artêşa Amerîkayê ve bo Rojhilata navên cihgîr kirine.

Herwisa Donald Trump, fermana baca %25 danî ser welatên ku digel rêjîma Îranê ticaretê dikin û dorpêçên nû xistine ser tora ticareta neyasayî ya nefta Îranê jî.

Herwisa Balafirên stratejîk ên cura B-52 jî li binkeya Esmaniya Elodeyde ya Qeterê de cihgîr bûn.

Bi wî awayî, givaşên bo ser rêjîma Îranê hêj tundtir dibin û Koşka Sipî jî ragihand ku “rêjîma Îranê dibe lihevkirinê wajo bike anînku xwe bo şer amde bibe”.