Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê tora hinardekirina nefta rêjîma Îranê xiste ber dorpêçan

10:46 - 8 Şibat 2026

Wezareta Xezînedarî û herwisa Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Înê 6ê Şibatê, piştî bidawîhatina danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, torên hinardekirina nefta Îranê kirine armanc û 14 gemiyên neftkêş û 15 navendên ticarî û 2 kesên pêwendîdar bi ticareta neyasayî ya neft, berhemên neftî û petrokîmiya Îranê xistine nava listê dorpêçan.

Pêka gotina berpirsên Amerîkayê, ev gemyên neftkêş, beşek ji navgana sîber têne hisêb ku bo dorlêdana dorpêan têne bikaranîn.

Tamî Pîgot, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Donald Trump li çarçoveya siyaseta givaşxistina herî zêde bo ser rêjîma Îranê, pêbendê kêmkirina hinardekirina neyasayî ya neft û berhemên neftî yên Îranê ye û ev dorpêç li vê çarçoveyê de bûne.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê jî ragihand ku darayî û berjewendiyên pêwendîdar bi wan 14 gemiyan û 2 kesên bi navên “Mehmet Ûzeren”, xelkê Tirkiyê û “Akaş Anant Şîndê”, xelkê Hindistanê hatine zewtkirin ku bi armanca sînordarkirina torên veguhastin û ticareta wize ya rêjîma Îranê ye.