Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senaya Ustarliyayê biryarnameyek bi dijî rêjîma Îranê erê kir

11:08 - 8 Şibat 2026

Senaya Ustarliyayê li roja Pêncşemî 5ê Şibatê, biryarnameyek erê kir ku li vê biryarnameyê de tepeserkirina hovane a neraziyan li Îranê hatiye şermezarkirin û daxwaz ji dewleta Ustraliyayê hatiye kirin ku karên hewce bo lipeyketin bo bersivdana bikerên wan cinayetên dijî xelkê medenî, bike.

Li vê biryarnameyê de îşare bi raporên li derheq kuştina xelkê medenî li serhildana seranserî, bi armancgirtina jin û zarokan, binçavkirinên bi kom û berfireh û tepeserkirina azadiyên bingehîn ên mirovî bi rêya qutkirina înternet û pêwendîgirtinê hatiye kirin.

Li vê biryarnameyê de daxwaz ji dewleta Ustraliyayê hatine kirin ku ji lêkolînên serbixwe yên navnetewî li derheq binpêkirina mafên mirovî li Îranê piştevaniyê bike û lipeyketin bo bersivdana bikerên wan cinayetan, bihêzkirin û berfirehkirina dorpêçên armancar bi dijî navend û berpirsên binpêkirina mafê mirovî, berdewamkirina hewlên bo sekinandina lezgîn a tundûtîjiyan, wekirina tevav a înternet û hêlên pêywendigîtinê û hilveşandina hertimî ya bidarvekirinê û parastina medeniyan bike.