Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn bajarên Ewropayê de xwenîşandan bi rê ve çon

10:45 - 1 Şibat 2026

Bi armanca piştevanîkirin ji Serhildan û berxwedana Rojhiolat û Rojavayê Kurdistanê li çendî welatên Ewropayê de xwenîşandanê girseyî bi rê ve çon

Tevî ku li çend rojên derbasbûyî de xwenîşandanên gelek berfireh bo piştevanîkirin li serhildan û berxwedana xelkê Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li çendîn welatên cîhanê de bi awayekî gelek berfireh bi rê ve çone, hêj ev piştevanîkirin berdewam e.

Li bajarê Stockholm li Swêdê, bajarê Lendenê li Birîtaniya, bajarê Torko li Fînlendê bi taybet li bajarê Waylê li Danmarkê û li bajarê Oslo li Norwêjê bo piştevaêkirin li serhildana gelê Kurd li Îlam û Kirmaşanê, bi rê ve çon.

Li wan xwenîşandanên berfireh de Ala ya Kurdistanê hatine bilindkirin û dirûşmên netewî hatine dan.