Pêka rapora Garda Qiraxaviya Hindistanê, li avên navnetewî yên Bembeiyê de 3 gemiyên neftkêş ên Îranê ku hilgirê nefta qaçax a Îranê bûne, ji aliyê hêzên wan ve hatine zewtkirin û destbisergirtina wan gemiyan bi sedema kiryarên neyasayî yên wek firotina nefta erzan û qaçax li avên navnetewî yên nêzî bajarê Bembeiyê de hatiye ragihandin.
Rêjîma Îranê bi rêya gemiyên sîber, nefta Îranê bi nirxeke gelek kêm difroşe û bo vê yekê, li avên navnetewî de vê neftê bo gemiyên din vediguhaze ku bi awayek vê firotina neyasayî ya neftê perdepoş bike.
Xuya nîne ku dahata firotîna nefta neyasayî ya Îranê li çi cihekê de tê xerckirin lê pêka raporan, pitira ticareta neyasayî ya neftê, li jêr kontrola spaha pasdaran a terorîst û bi rêya tacirên ser bi vê rêkxirava terorîstî ve tê kirin.