Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Birîtaniyayê Semînareke siyasî-teşkîlatî bi rê ve ço

10:18 - 9 Şibat 2026

Roja Înê 7ê Şibatê, li Birîtaniyayê Semînareke siyasî-teşkîlatî bo endamên Hizba Dêmokrat bi beşdariya Dr. “Cewad Danişpejûh”, endamê Komîteya Navendî û berpirsê Teşkîlata Derve ya Hizba Dêmokrat bi rê ve ço.

Semînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin li canê paqijê Şehîdên Kurdistanê dest pêkir û ji aliyê rêzdar “Kawe Muderisî” ve xêrhatin li mêvanan hate kirin.

navbirî piştre basek li derheq sedem û giringiya serdana Navenda Birêveberî ya Derveyî Welat li rewşa niha de pêşkêş kir.

Rêzdar Dr. “Cewad Danişpejûh” bas li rola teşkîlat li derweyî welat kir û îşare bi giringiya şiyan û hêza ciwanan, jinan, rêkxiravên Kurdî û xwendekaran li derveyî welat û li rewşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê de kir ku çawa dikarin alîkar bin û dubare kir ku dibe ji şiyan û hêza wan mifah bê vergirtin û giringiya hewqce bi wan bê dan.

Dr. “Cewad Danişpejûh” li beşeke axaftinên xwe de îşare bi rola Hizba Dêmokrat li rewşa niha ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, dawî pilînoma Komîteya Navendî ya Hizbê, lêkdanewe û dîtingehên Hizba Dêmokrat li ser guherînên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, dawî serhildana xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi biryara rêberê rêjîmê, mezintirîn kuştina neraziyan li ser şeqaman hatiye kirin û herwisa îşare bi amara şehîdan bi taybet li Kirmaşan, Îlam û Luristanê de kir.

Navbirî bi bîr anî ku rewşa xirab a aborî, bêkarî, bilindbûna nirxan û nebûna hewcehiyên destpêkî yên jiyanê li Îranê, pêsîra xelkê girtiye û endamên Hizbê erkdar kir ku bi sehkirina berpirsyaretiyê li vê rewşê de dibe ji zêdetir ji hemû caran, li hewldan bo gihandina dengê rewa yê gelê me be û ji hemû hêz û potansiyelan mifah bê vergirtin.

Li beşa dawiyê de beşdarbûyên semînarê pirsyar û mijarên balkêşandiyên xwe yên siyasî û teşkîlatî anîne berbas û ji aliyê rêzdar Dr. “Cewad Danişpejûh” ve, bersiva wan hate dan.