Wezareta Derve ya Amerîkayê bi xelkê xwe yên ku li Îranê dene, huşdariyek ewlehî daye û ragihandiye, bi şêwazek ku metirsî bi ser wan de nebe bi rêya bejayî û li sînorên Îranê digel Tirkiye û Ermenistanê, ji Îranê derkevin.
Li vê huşdarîdanê de hatiye, Amerîkayiyên li Îranê, dibe çavrêyê berdewambûn a qutbûna înternetê bin û çendîn rêyên pêwndîgirtinê li ber xwe bigrin û li egera parastîbûna wan de serdana xwe ya li Îranê vê bo aliyê Ermenistan an Tirkiyê bi rêya bejayî ve bikin.
Ev huşdarîdan li halekê de hatiye dan ku roja Înê danûstandina destpêkiya Amerîka û rêjîma Îranê li bajarê Mesqet a a paytexta Ommanê de bi rê ve çoye û Amerîkayê dorpêçên nû bo ser rêjîma Îranê tomar kirine û baca %25 li ser wan welatan daniye ku ticaretê digel rêjîma Îranê bikin.