“Carol Prunhuber”nivîskar û rojnamevana Vênêzoêlayî û dostê gelê Kurd û “Dr. Qasimlo”, pirtûkek din a pêwendîdar bi pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Dr. Qasimlo, çap û belav kiriye.
Biryar e ku roja Çarşemî 22ê Rêbendanê beranber bi 11ê Şibatê, li bajarê “Sêgoviya” li Spaniyayê, perde li ser nûtirîn berhema “Carol Prunhuber”, nivîskar û rojnamevana Vênêzoêliyayî ya li jêr navê “Ji Vênêzoêlayê ve heta Kurdistanê, Nivîsîna Qederekê” bê hildan.
Rêûresma perdehildan li ser vê pirtûkê, biryar e ku ji aliyê rêkxiravên dêmokratîk ve bi rê ve here.
Biryar e ku kesayetiya giring a cîhanî “Alvaro Gil Robles” çavdêr û komîsariyayê berê yê mafên mirovî yê Ewropayê, vê rêûresmê bi rê ve bibe
Li beşeke vê berhema nû ya “Carol Prunhuber” de bi hûrî bas ji pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û kesayetiya “Dr. Qasimlo” hatiye kirin.
“Carol Prunhuber” li sala 1956 a Zayînî de li bajarê Karakasê, ji dayîk bûye û birwanameya Duktora ji zanîngeha Parîsê vergirtiye.
Ev Xatûna nivîskar û rojnamevana, li jêr navê rojnamevaniya navnetewî û nûçegihanê derve yê rojnameyekê li bajarê Madrîdê li Spaniyayê de xebitîye.
Navbirî li sala 1980 a Zayînî de li serdaneke xwe bo Rojhilatê Kurdistanê digel “Dr. Qasimlo”, rêberê gelê Kurd û Sekreterê berê yê Hizba Dêmokrat nas kir.
“Carol Prunhuber” piştî vê serdanê û naskirina Dr. Qasimlo” , pirtûkek li jêr navê “Royaya Kurdistanê”, nivîsandiye ku bas li jiyan û terorkirina Dr. Qasimlo dike, çap û belav kiriye.