Şêwreya Hevahengî ya Sendîkayên Mamostayên Îranê bi belavkirina lîsteyekê, daye zanîn ku zêdetir ji 200 zarok û xwendevanên jêr temenê 18ê saliyê, ji aliyê rêjîma Îranê ve li tepeserkirina bi xwîn a xwenîşandana seranserî ya vê dawiyê de hatine kuştin û navê zêdetir ji 200 zarok û xwendevanan li wî lîsteyî de hatine tomarkirin.
Şêwreya Hevahengî ya Sendîkayên Mamostayên Îranê tevî tekezkirin bi ser vê yekê ku belavkirina wan navan bi tenê bi armanca tomarkirin û tazîgirtinê nîne, nivîsandiye: “Em wan navan dinivîsin da ku hînkarî ji bêalîbûna çewt derkeve û civak bizanbe heta demekê ku kuştina zarokan bê sizakirin be, ti sîstemek siyasî jî rewa nîne. Ev lîsteya bi tenê bo tazîgirtinê nîne belku bo hişarmanê ye, bo jibîrnekirina vê rastiyê ye ku kuştina zarokan, siyaset e”.