Roja 9 Şibata 2026 an Pêşangeheke nîgarkêşiyê ji aliyê Perwerda dewrûberê Hewlêrê, ji boy mamostayên nîgarkêş hate lidar xistin.
“Rojan Sofîzade” Endama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û mamosteya Dibistanê, bi çend tabloyên Kurdî, li pêşengeha Hunerî a mamosteyên dibistanên Hewlêrê beşdarî kir.
Di vê pêşengahê de ku li jêr navê “kezî” û li jêr çavedêriya Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê birêve çû, çendîn mamosteyên Hunermend û nîgarkêş li dibistanên hewlêrê beşdar bûn.
Herwisa ev pêşangeh ji aliyê mamoste “ Fehmî Silîwa Babke” Birêveberê Perwerdeya dewrûberê hewlêrê û çendîn berpirsên Perwerde, pêşwazî jê hate kirin û rêzlênan pêşkeşê mamosteyên hunermend hate kirin.
“Rojan Sofîzade” Endama Hizba Demokrat, ku bi Taboyên destkêşayî ye xwe ku temsîla çand û dîrok û xoşewîstî û azadî û jina Kurd dikir, di vê pêşangahê de bi 5 tabloyên Kurdî beşdar bû, wekî hunermendekê şêwekar rêzlênan pêşkeşî navbirî kirin.
Navbirî di vê derheqê de got: min hewil daye ku tabloyên min behsa Kurdistan, Kurd, Jinên Kurd, bivêriya jinên Kurd, Jiyan û azadiyê bikim. Çimkî ew têgehane ji min re pîroz in û hertim li berhemên min de reng dane.