Rojnameya “Jerusalem Post” a Îsraîlê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku berpirsên berevaniya Îsraîl li vê dawiyê de bi hevkarên xwe yên Amerîkayî ragihandine ku bernameya mûşekên balistîkî yên Îranê bi gefek micd bo ser hebûna Îsraîlê dizanin û tekezî kirine ku hekî hewce bike, Îsraîl her dê bi tenê êrîşê bike ser rêjîma Îranê.
Pêka vê raporê, Îsraîlê, bernameya operasiyonên xwe bo ser navendên hestiyar ên mûşekî û cihên berhemanîn û jêrxanên wan, bo berpirsên Amerîkayê şirove kirine.
Li vê raporê de hatiye: “Me gotiye Amerîkayê hekî rêjîma Îranê ji hêlên sor ên ku me diyarî kirine derbas bibe, em dê bi tenê êrîşê bikne ser rêjîma Îranê”.