Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek din ji cinayetên dijî mirovahiya rêjîmê eşkere bûn

11:18 - 10 Şibat 2026

Rêjîma dijemirovî û zarokkuj a Îranê li hember serhildêran de bi qasek hovitiya bê sînor bi kar aniye ku her rojê beşek ji wan tawankariyan têne eşkerekirin, wek mînak li vê dawiyê de eşkere bûye ku termê 50 jinanên nenaskirî hêj li Kehrîzekê de mane.

Herwisa eşkere bûye ku li şehrê quds a bajarê Têhranê de tevî bikaranîna berfireh a çekên şer li nav şeqaman, hêzên dijemirovî yên rêjîmê, li ser banên mizgevt û nexweşxaneyan jî teqe li xelkê kirine ku rêjeyeke nexuya ji xelkê bêtawan kuştine û hinek aliyan ev bi komkujiyek din û kehrîzekek din binav kirine ku rêjeyeke gelek zêde teqe bi ser û dilê wan zarok û ciwanan kirine û hinek ji wan gulleya dawî bi serê wan dane û hejmarek ji wan bi destên kelebçekirî bûne û termên jinan bê ti dapoşîn li nav mûşemayan hiştibûn.

Herwsa wêneyên zarokek temen 12 salî jî belav bûye li mewdaya gelek nêzîk ve teqe bi serê wî hatiye kirin.