Damezraweya Zanist û Ewlehiya Navnetewî bi belavkirina raporekê pêka wêneyên esmanî li navenda navkî ya Îsfehanê, daye zanîn ku rêjîma Îranê hinek tunelên çona nav vê navenda navkî bi rijandina axê hewla qahîmkirin û astengkirina çon bo nav vê navenda navkî daye.
Pêka vê raporê, wêneyên li 19 û 20ê rêbendanê didin xuya ku deriyê navendî û başûriyê tûnelên navenda navkî ya Îsfehanê bi tevavî hatine binaxkirin û cihê wan xuya nîne û deriyê bakûrî jî bi rijandin axê hatiye peçavtin û ev rêya çon bo nav vê navendê daxistine.
Vê damezraweya ewlehî û zanistî daye zanîn ku ev karê nû yê rêjîmê li navenda navkî ya Îsfehanê, hewleke sîstematîk bo qahîmkirina vê navenda binerd li beranber êrîşên esmanî û dijwarkirina çon bo nav vê navendê daye zanîn.