Lîndsî Giraham, Senatorê payebilind ê Komarêxwazên Amerîkayê li derheq axafitinên wezîrê derve yê Tirkiyê ku îdia kiribû gefa lezgîn a qewimîna şer li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de nîne, bertek ji xwe nîşan da û helwîsta çend welatan ku alîgirê mana rêjîma Îranê ne û hevpeymanê Amerîkayê ne, bi tundî rexne kir.
Lîndsî Giraham rû bi wan welatan ku navê Tirkiye, Misir û qeterê jî îşare pêkiriye got: “Berçavnegirtina daxwaziyên xelkê Îranê, ne bi tenê dijî berjewendiyên Amerîkayê, belku dijî yasa û pirensîpên bingehîn ên mirovî û şerafetê ye”.
Navbirî got: “Dema vê hatiye ku welatên deverê, bivêrane û hevaheng li hember ayetullayê qatil ku xelkê komkuj dike û Naziyek olî ye, helwîstê bigrin”.