Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê viza û mafê niştecêbûna berpirsên payebilind ên rêjîmê û malbatên wan hilveşandin

10:50 - 1 Şibat 2026

Marko Bobiyo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê li tora civakiya “X” de ragihand ku fermana hilveşandin a derfeta hatin û niştecîbûna berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê û endamên malbatên wan li Amerîkayê de daye.

Pêka vê daxuyaniyê, dana vîza û niştecîbûna berpirsên rêjîmê û malbatên wan li Amerîkayê hatiye hilveşandin.

Li vê daxuyaniyê de tekezî hatiye kirin ku armanca vê biryara Amerîkayê, piştevanîkirin li xelkê Îranê li berteka tepeserkirina tundûtîj û sîstematîk a nerazitiyan û binpêkirina berfireh a mafên mirovî ji aliyê rêjîmê bûye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye, kesên ku li sîstema desthilta rêjîmê li Îranê de qazanc dikin û li tepeserkirina xelkê de rol hene, nabe ji derfet û xizmetguzariyên sîstema koçberî ya Amerîkayê mifahê verbigrin.