Piştî danûstandina Amerîka digel rêjîma Îranê li bajarê Mesqetê paytexta Ommanê, ji gelek aliyan ve hatiye îşarekirin ku danûstandin digel rêjîma dije mirovahiya Îranê ti encamek nabe û dibe rêjîma Îranê bê herifandin û ti rêyek din nemaye.
Li vê derheqê de “Mark Lêwîn” şirovekarê binavûdeng ê radyoya Amerîkayê’ tevî îşarekirin bi danûstandinên li bajarê Mesqet, got: “Heta ev rêjîma jinav neçe, dê her gefek micid bo ser mirovahiyê be”, herwisa navbirî rêjîma Îranê bi rêjîma Nazî binav kiriye.
Herwisa “Rodrîş Kîzêwêtêr” endamê payebilind ê Hizba Dêmokrat-Kirîstaiyan a Alman ku li desthilata Alman de ye, got: “Ez êrîşa serbazî ya Amerîka bo ser rêjîma Îranê bi hewcehiyek girin û lezgîn dibînin”.
Ji aliyê din ve Manoêl Wals, Serokwezîrê berê yê Firansê ragihand ku herifandina rêjîma Îranê bila bibe bijardeya yekem a welatên Rojavayî.