Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keda Bozerselan a jiboy doza Kurd neyê ji bîrkirin

11:43 - 10 Şibat 2026

Em îro pir xemgîn in.

M. Emin Bozarslan, kedkarê doza azadiyê, dildar û xebatkarê zimanê Kurdî li Swedê wefat kir.

Em heman demê da şanaz in bi mirata mamosteyê mezin Bozarslan a tije xebat, lêkolîn û berhemên giranbiha.

M. Emin Bozarslan tevahîya temenê xwe bexşê ziman, çand, dîrok, wêje û folklora Kurdî kir.

Di salên 1960an û pê ve bi dehan berhemên derbarê dîroka Kurd û Kurdistanê wergerand zimanê latinî û ji wendebûnîyê derxist ronahîyê. 

Wî bi sebrekê mezin rojnameyên destpêka sedsala 20an pêşkêşê nifşên nû kir.

Bozarslan 20 salên xwe jibo çar cildên Ferhenga Kurdî terxan kir.

Derbarê çand, huner û folklora Kurdî da şaheserên zêrîn afirand.

M. Emin Bozarslan zana, zimannas, dîroknas, edebiyatnas û wergerêkê hêja bû.

Wî tenê jibo çand û zimanê Kurdî xebatekê bê westan nekir, her wisa jibo azadîya miletê Kurd kete zindanan, zilm û tehda dît, temenekê xwe yê dirêj li sirgunê da derbas kir.

Em minetdar in ji ked û xebata wî ya zerîn ku Miletê Kurd pê serbilind e.

Bila rihê Mamosteyê gewre M. Emin Bozarslan şad be.

Bila serê malbata wî û ya gelê Kurd sax be.

Ked û berhemên wî dê her tim rîya me rohnî bikin.

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan  (PSK)

Bayram Bozyel

09.02.2026