Wezarta Xezînedariya Amrîka li roja Sêşemî 10ê Şibatê bi belavkieina daxuyaniyekê daye zanîn ku tora malî ya ticariya pêwendîdar bi Hizbullahê kiriye armanc. Pêka vê daxuyaniyê ev tora malî bo dabînkirina malî ya vê girûpa terorîstê kar dikir.
Vê dorpçêa nû tora veguherîna zêr bi diraf li Lubnan û herwisa tora navnetewî ya ticareta tiştan û locistîkî, bo Hizbullaha Lubnanê ye ku dahat bo wan dabîn dikir.
Li vê derheqê de “Scott Bessent”, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê ragihandiye, banka qerzulhesen ku bankek nefermî ye navenda dahat û veguhastina diraf û dabînkirina malî ya Hizbullahê ye û berpirsê vê yê bi navê Elî Qesîr li Îranê de ye bi hevkariya hinek kesan li welatên din de hevkarî bo dorlêdana dorpêçan dike û hevkarê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst e.
Li vê daxuyaniyê de îşare bi kesek ê bi navê “Andirêy Borîsof” jî hatiye kirin ku li bajarê Moskoyê de dijî û li projeyên dabînkirina alav û ticareta tiştan, hevkariya Hizbullahê dike.