Pêka rapora Reutersê hêzên Amerîka yên cihgîrbûyî li binkeya esmaniya “Elodeyd” ku mezintirîn binkeya Amerîka li Rojhilata Navîn de ye, hevdem digel zêdebûna dijheviyan digel rêjîma Îranê sîstema berevaniya esmanî ya “Patriot” li ser lançêrên gerok daniye ku bikare bi lezgînî bi kar bîne.
Pêka vê raporê, veguhastina mûşekên “Patriot”bo ser lançêrên gerok, siyana bikaranîna lezgîn ji wan gelek zêdetir dike û li rewşa niha de ku egera şer zêde bûye, beşek ji zêdekirina şiyana serbazî ye.
Amadekariyên li vê binkeya Amerîkayê li halekê de ye ku Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê çendîn caran gefa êrîşkirin bi ser rêjîma Îranê kiriye û rêjîma Êranê jî êdia lkiriye ku dê binkeyên Amerîka li Rojhilata navên û Êsraêlê bike armanc.
Li egera qewimîne şer de renge rêjîma Îranê derfeteke êrîşkirinê hebe û Amerîka naxwaze ti xisraek bi hêzên vê bikeve lewma şiyana bikaranîna zêdetir ji wan cure mûşekan zêdetir kiriye.