Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka li derheq hevdîtina xwe digel Binyamîn Netenyaho peyamek belav kir

09:58 - 12 Şibat 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîka peyamek li derheq hevdîtina digel “Binyamîn Netenyaho” Serokwezîrê Îsraîl belav kir û ragihand ku digel Binyamîn Netenyaho û çend kesên digel de hevdîtin kiriye û kombûn gelek baş bû û pêywendiyên gelek baş li navbera me de berdewam in.

Herwisa Donald Trump li vê peyamê de ragihandiye ku tekezî bi ser danûstandin digel Îranê kiriye û dixwze bendê be ku kanê dê ti ancamek hebe an ne.

Herwisa Donald Trump ragihandiye ku gotiye Binyamîn Netanyaho, ev bijarde dê hilbijartî be neku dibe em li benda encamê bin, cara din rêjîma Îranê biryar da ku ti lihevkirinekê neke, lewma operasiyona “çekuçê nîveşevê”, bi ser wan de hate kirin.

Binyamîn Netanyaho jî ragihandiye ku her cure lihevkirinek bi baş û erênî, dibe bo hertimî be û rêgiriyê ji destpêregihîştina rêjîmê bi bomba navkî bike.