Pêka raporekê ku rojanemya “Times” belav kiriye, dewleta Birîtaniyayê piştî biryara Yekîtiya Ewropayê li terorîstnaskirina spaha pasdaran, mijûlê amadekirina yasayek nû û qedersaz e ku derfet û îmkana bi terorîstnaskirin û qedexekirina spaha pasdaran dabîn bike.
Pêka vê raporê, Wezareta Navxwe ya Birîtaniyayê tekezî kiriye ku reşnivîsa yasayî bo bi terorîstnaskirina navendên hikûmî yên dijber ên wek spaha pasdaran tê amadekirin û tevê ku ev reşnivîsa bi sedema rola spaha pasdaran li tepeserkirina bi xwîn a nerazitiyên vê dawiyê li Îranê, bi awayek lezgîn û serwetir ji pêvajoya asayî ya parlemanê nayê dariştin.
vê rojnameyê gotiye ku spaha pasdaran wek “Garda Pirîtoriyen” anku “Praetorian Guard” a împratorên Rûmiyan, wefadariya rasterasta xwe bi rêberê rêjîmê dide xuya û cuda ji artêşa fermî, karê xwe dike û li salên dawiyê de bandor û hêza aboriyek berfireh bi dest xwe ve aniye û beşeke zêde ji aboriya Îranê qurîx kiriye.