Pêka rapora pîvera cihanî ya gendeliyê ku rêkxiraveke şirovekarî ya navnetewî ye, rêjîma Îranê li navbera 183 welatên cîhanê de, pileya 153 heye ku bi yek ji gendeltirîn welatên cîhanê tê hisêb û sala pêştir jî rêjîma Îranê li lîsteya welatên herî gendel ê cîhanê de bû.
Rêjîma Îran hevpileyê Lubnan, Kongo û Îswatînî yê de ye û digel welatên Sûdan Êrître, Somalî û Sûdana başûr, wek gendeltirîn welatên cîhanê hatine diyarîkirin.
Pêka vê pîverê, bi rêzê de Danmark, Fînlend û Sengapûr li pileya yek heta 3 a paktirîn welatên bê gendelî li cîhanê hatine diyarîkirin û welatên Niyûzîlend û Norwêj li pileya 4ê û Swêd û Swîs jî li pileya 5ê de ne.
Li Îrana jêr desthilata rêjîma dîktator a Axundî de, gendeliya sîstematîk bi awayekî berfireh sal bi salê zêdetir bûye.