Rojnameya “The Wall Street Jouranal” belav kiriye ku Pêntagonê ferman daye 2emîn gemiya balafirhilgir bê amadekirin û egera şandina vê bo Rojhilata Navîn heye û pêka gotina vê rojnameya Amerîkayî, şandina vê gemiyê dê heyama 2 hefiyan bê kirin.
Herwisa vê rojnameyê daye zanîn ku gemiya balafirhilgira “USS George W. Bûsh” ku gemiyeke navkî ye, li halê encamdana manoran li avên Vîrcîniyayê de ye.
Pêştir jî Donald Trump ragihandibû ku egera vê yekê heye ku navganeke din jî bo Rojhilata navîn bê şandin.
Ji aliyê din ve CENTCOMê belav kiriye ku hêlîkopterên cura “Apaçî” jî bo Rojhilata Navîn bi rê kevtine.
Hereketekî wiha bihêz û berfireh li dîroka serbaziya Amerîka li Rojhilata Navîn de bêmînak